Stranvan

Kategori: Diğer Dildeki Yayınlar Yazar: Celadet Ali Bedirxan Yayınevi: Avesta Basın Yayın

Stranvan

    Tanıtım Bülteni
    Di vê berhevoka di destê we de me kilam û stranên ku di kovara Hawar û Ronahî de çap bûne, anîn ba hev.Kilam û stranên di kitêbê de bi giştî ji aliyê Celadet Alî Bedirxan ve hatine berhevkirin/amadekirin. Ji bilî kilamên ku bi navên Djeladet Aalî Bedîr-Khan, Herekol Azîzan, Stranvan, Stranvanê Hawarê, Dîlokvan ku em difikirin Celadet Alî Bedirxan bi xwe ye, me cî da stranên Ehmedê Fermanê Kîkî, R. Lescot, Tawusparêz ku mahlasa Roger Lescot ye û ewên din ku bi navê “Stranvanê Jêliyan”, “Kaniya Ereban”, “Esîrî”, “Dilistan”, “Bijîşkê Mîran” û “Diya Ferzo” çap bûne û helbet ê bênav jî.Me bi awayekî kronolojik pêşî cî da stranên Hawarê, dû re jî yên Ronahiyê, du stranên bi navê Heyran ku pir dişibiyan hevdû, digel ku bi navên cuda û di demên cuda de di Hawarê de hatine weşandin jî me ew li dû hev danîn. Wek her carê li dawiya nivîsan çavkanî hatiye nivîsandin.Berhemên din ên folklorîk jî di Şîretbêj de kom dibin.Sînemxan Bedirxan di pêşgotina kitêbê de wiha dibêje: “Hebû nebû belê ji Xwedê mezintir nebû, Ehmed Axa Ferman bo me (ez û birayê min Cemşîd) dîrok bû. Em şagirdên wî bûn. Heftiyê sê car dihat mala me, stran û çîrokên kurdî yên folklorî ji me re digot û me hîn dikir. Em dibirin gerane û di rê de behsa Kurdistan û xelkê me dikir. Bi saya wî em dîroka xwe ya folklorî hîn bûn. Ji me re pir stran digot û behsa welatê xwe yê şîrîn dikir. Eve ji bilî dersên ko Bavo ji me re dida.Wextê ez piçûk bûm Bavo ez digehandim dibistanê, bi rê de behsa Cizîra Botan dikir. Bavo ji me re digot wextê tu mezin bûyî emê bi hev re herin Cizîra rengîn. Lê mixabin ez bi tenê çûme Cizîrê.Lewre gelek girîng e em zaroyên xwe ser dîrok û çand û jiyana me ya kurdî mezin bikin, tiştên em li piçûkahiyê hîn dibin nayên jibîrkirin.”
    Kitap AdıFormatBoyutBağlantı
    StranvanPDF6.23 MB İndir
    StranvanEPUB6.96 MB İndir
    StranvanMOBİ5.49 MB İndir
    StranvanODF5.86 MB İndir
    StranvanDJVU7.32 MB İndir
    StranvanRAR4.76 MB İndir
    StranvanZIP4.39 MB İndir

    Sponsorlu Kitaplar

    SatıcıKitap AdıBağlantı
    BKM KitapSessizlik Artık SensizlikSatın Al
    KitapyurduYüreğin Yorgunluk GörmesinSatın Al

    Kitap Yorumları - (0 Yorum)

    Bir yanıt yazın

    E-posta adresiniz yayınlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir

    *

    *

    *


    Benzer Kitaplar