“di pirtûka ken kesey de lehengê bi navê reîs ê dîndeyûz ku xwe li lalîtiyê daniye, weke kamerayeke her vekirî hemû bûyer, qewam û kirinên rêvebirên nexweşxaneyê bi xwîner dide temaşekirin; lê, di pirtûka sirri ayhan de lehengê ku bi navê bedran ku bi nasnameya miriyekî bi navê can, weke xebatkarekî ji koma rêvebirên nexweşxaneyê bûyer, qewam û kirinên hovane yênpergaleke zordest ku gelên welatê xwe ber bi dînîtiyê ve didahfînin, ligel bişirîneke serê lêvan a xemgîn bi xwîner dide jiyandin.”Yaqob Tilermenî“em li çîrokek wiha ya kaşkirinê; ne di romanekê de, ne jî di filîmekî de rast hatine. bi qasî karesatî ye, ew qasî jî wateyên kûr radigire. hinekî çîroka çexov, hinekî şolohov û simonov…”Feridun Andaç“pirtûk li ser masa min e, lê nizanim ji ber çi bû min nikaribû rahiştayê û bixwenda. duh, min erebeya xwe ji bo tekerên wê yên zivistanî têximê, bir cem tamîrkarekî nas ê tirk. min got, 'hem tekeran û hem jî dohnê nefta wê biguherînin! ez ê li hundirê buroyê rûnim. ger we qedand agahiyekê bidin min.' wan karên xwe kirin, min jî dest bi xwendina romana dansa berbêr kir.pirtûk bi van hevokan dest pê dikir: can, li ser êşa madê xwe ya ku digot, 'bi rojan e tiştek neketiye hundirê min' şiyar bû. weke di nava hewzekî de razabe, şil bû her derên wî. baş dizanîbû bê birçîbûn çi ye, deyaxkirina li birçîbûnê jî… lê madê wî hemû çek û rextên xwe girê dabûn, êrîşî ser wî dikirin. wê hingê mirov digot qey ne ez, lê sirri bi hilmijandineke dijwar dixwend. dengê wî di guhên min de bû. çavên min li hevokan qufilîn. rûpelan ez wergirtim ser baskên xwe, ez birim turkiyeya serdema 1980'yî û germa zer a adanayê.Kemal Yalçın
TÜRKİYE'DE BİR İLK: TAMAMEN YASAL ÜCRETSİZ PDF KİTAP ARŞİVİ
%100 Yasal • Hızlı Erişim • Telifsiz Eserler
Türkiye’nin tamamen yasal ve ücretsiz e-kitap kütüphanesi; roman, deneme, kişisel gelişim gibi pek çok kategorideki eseri tek çatı altında sunar. Kitapları doğrudan tarayıcınızda çevrimiçi okuyabilir veya tek tıkla PDF formatında indirerek çevrimdışı keyfini çıkarabilirsiniz. "Popüler", "En Çok İndirilenler" ve "Yeni Eklenenler" sekmeleri ile zengin kategori-yazar listeleri, aradığınız başlığa saniyeler içinde ulaşmanızı kolaylaştırır. Opsiyonel kayıt/giriş sistemi ise okuma geçmişinizi saklar ve favori eserlerinize hızlı erişim sunar.
Kitap Yorumları - (0 Yorum)