Heke meriv rewşa zimanê kurdî ya sedsala bîstemîn bîne ber çavan; hingê meriv dibîne û têdigihe ku pêrgî gelekî astengî, qedexe û zordariyê hatiye, tevî vê yekê jî meriv lê dinihêre ku nivîskar û şahîrên kurdî, di her şert û mercî de, bêrawest, di nava geremol û dijwarî; di bin gef û tehdîdên hewçend giran yên serdestan de her berhem afiandine û her weha nîşan dane ku zimanê kurdî bi qîma xwe tê û ew ne kêmî zimanên cîran û biyanan e. Uzun, di destpêka sirgûniya xwe de, wextê ku yek ji gerînendeyên kovara Kurdistan Pressê ye, hewcedarî bi lihevkomkirina nivîskarên kurd yên her parçeyî û bi danasîna wan, berhem û xebatên wan yên edebî aniye û dest bi xebatê kiriye. Her ku çûye ev xebata danasînê qulipiye ser fikreke kûr û qehîmtir. Piştî tevlibûna xebata çend salên din, ev antolojî hatiye pê. Ev xebata dûr û dirêj, di tarîxa nêz ya Edebiyata Kurdî de, gav û tevgereke gelekî berbiçavtirîn e, ji bo ziman û edebiyateke kevnare dikare bibe hereketeke gelekî nû û nûjen.Antolojiya Edebiyata Kurdî, ne bi tenê berhemên nivîskar û şahîrên kurd dide nasîn, her weha ew bi her awayî pirekê di navbera nivîskar, şahîr û xwendeyên kurd de ava dike û wan her nêzîkê hevûdu dike.
TÜRKİYE'DE BİR İLK: TAMAMEN YASAL ÜCRETSİZ PDF KİTAP ARŞİVİ
%100 Yasal • Hızlı Erişim • Telifsiz Eserler
Türkiye’nin tamamen yasal ve ücretsiz e-kitap kütüphanesi; roman, deneme, kişisel gelişim gibi pek çok kategorideki eseri tek çatı altında sunar. Kitapları doğrudan tarayıcınızda çevrimiçi okuyabilir veya tek tıkla PDF formatında indirerek çevrimdışı keyfini çıkarabilirsiniz. "Popüler", "En Çok İndirilenler" ve "Yeni Eklenenler" sekmeleri ile zengin kategori-yazar listeleri, aradığınız başlığa saniyeler içinde ulaşmanızı kolaylaştırır. Opsiyonel kayıt/giriş sistemi ise okuma geçmişinizi saklar ve favori eserlerinize hızlı erişim sunar.
Kitap Yorumları - (0 Yorum)